Li Bidlîsê ji ber berfê rêya 174 gundan hat girtin

Berfa ku li tevahîya Bidlîsê bariya rêya 174 gundan hat girtin.

Li Bidlîsê berfa ku doh êvarî dest pê kir heta şeveqê berdewam kir. Ji ber berfa ku bariya li bajêr jiyan ket asta sekinîne û rêya 174 gundan jî hat girtin. Ji ber ku rê hatin girtin gelek wesayît di rê de man.

Ji ber berfa ku bariye li tevahîya bajêr qezayên biçûk pêk hatin .

Îdareya Taybet a Bidlîsê xebat dan destpêkirin da ku rêyên gundên ku ji ber berfê asê bûne bên vekirin. Her wisa şaredarî jî li nava bajêr dest bi xebata paqijkirina berfê kir.

Welatîyan jî serê şeveqê bi berfmalkan hewil dan devê dikan û malên xwe vekin.

Rayedarên metorolojîyê bi daxuyanîya ku belav kirin destnîşan kirin ew ê berf ber êvarî re tesîra xwe zêdetir bike.

ÎLKHA













































İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe