Li navçeya Bismilê di gundê Qeselê de, malbatên ku li herêmeke nêzîkî 2 kîlomêtreyan dûrî navenda gund bi cih bûne, bi derfetên xwe ji trafoya gund enerjiyê dabîn kirin. Welatiyên ku anîn ziman ji ber kêmtiya elektrîkê ya ku digehîje malan di domandina jiyana xwe ya rojane de dijwarî dikişînin, dixwazin ku ji bo herêma serbixwe ya ku ji nêzîkî 27 malbatan pêk tê trafoyek bê çêkirin.
Li gorî îddîayên niştecîhên gund, serlêdana wan a ku ji bo daxwaza trafoyê ji Dicle Elektrikê (DEDAŞ) re kirine, bi hinceta ku di gund de trafoya qaçax tê bikaranîn hat redkirin. Malbatên mexdur ên navborî diyar kirin ku herêma ku ew lê ne ji gund serbixwe ye û 4 sal in ku li benda pêşwazîkirina daxwazên xwe yên trafoyê ne.
"Ji vir re dibêjin gundê Qeselê, lê di rastiyê de em ji wê gund serbixwe ne"
Mehmet Sevim
Mehmet Sevim ê ku ji niştecîhên taxê ye û mexduriyeta ku dijîn ragihand, wiha got: "Nêzîkî 3-4 sal in em hatine vir, elektrîka me tune ye. Ger karê me bi elektrîkê re hebe, em ji cîranê xwe re dibêjin 'elektrîka xwe bigire', bi wî awayî em karê xwe dibînin. Bi rastî ji ber pirsgirêka elektrîkê em di rewşeke pir dijwar de ne, perîşan in. Tevî ku me deriyê gelek cihan xist jî kesî alîkariya me nekir."
Hacı Bahri Sevim
Hacı Bahri Sevim ê ku diyar kir herêma ku ew lê ne ji Qeselê serbixwe ye, van ifadetan bi kar anî: "Em 3-4 sal in ku koçî vir bûne. Me ji gund qabloyek 2 kîlomêtre dirêj kişand. Di mijara pirsgirêka me ya elektrîkê de deriyê ku me nexist nehat hiştin. Amûrên me berdewam xira dibin. Enerjiya herî bilind a ku didin vir 70-80 watt e, ji wê zêdetir nayê dayîn. Ji vir re dibêjin gundê Qeselê, lê di rastiyê de em ji wê gund serbixwe ne. Em li vir 27 abonene ne. Em dixwazin ku li vir trafoyek bê çêkirin. Gelek caran me serlêdana Diyarbekirê kir, me gihand CİMERê. Dicle Elektrik dibêje di gund navborî de trafoya qaçax heye. Ji aliyekî ve tu eleqeya me bi wê gundî re tune ye. Ev der cûda ye, ew der gundekî cûda ye."
“Carna ji ber kêmtiya elektrîkê ampûlên me jî venabin nayên pêxistin”
Abdullah Sevim
Abdullah Sevim ê ku destnîşan kir ji ber bilindkerê elektrîkê (regülatör) ku neçar in di malên xwe de bikar bînin carna amûrên wan xira dibin, wiha got:
"Dema ku em di malên xwe de xwarinê çêdikin, em ji cîranê xwe destûrê digirin. Pêşî ew, piştre em xwarinê dipêjin. Ji bo nimûne dema em baxçeyê xwe av didin, ji bo em dînamoyê bixebitînin em cîranê xwe agahdar dikin. Em vê yekê bi dorê dikin. Ji ber ku em bilindkerê elektrîkê bikar tînin, carna dema cîranê me elektrîkê berdide, ji ber enerjiya bilind a ku tê amûrên me dişewitin."
Sevim wiha axivî: "Em 2 kîlomêtre ji gund dûr in. Me bi qabloyê girêdana xwe ya elektrîkê dabîn kiriye. Di demsala zivistanê de pir dijwar dibe. Ewqas ku carna ampûlên me jî venabin. Li vir di cihê ku 50 kes hene de pirsgirêka elektrîkê tune ye, em bi 150 kesî vê mexduriyetê dijîn."