Li Bismilê wesayîta ku karkerên çandinîyê di nav de bûn qeza kir: Yek jê giran 5 birîndar

Li navçeya Bismila Dîyarbekirê qamyonet û wesayît li hev qelibîn, di encama qezayê de yek jê giran 5 kes birîndar bûn.

Qeza, doh di seatên nîvroyê de li ber Goristana Akpinara gundê Akpinarê pêk hat.

Wesayîta bi plaqeya 54 KZ 080 li qamyoneta ku bi plaqeya 60 ABU 692 ya ku di bin îdareya H.Ç. de bû û karkerên wesayîtê di nav de bûn li hev qelibîn.

Di encama qezayê de 5 kesên ku di nav qamyonetê de bûn birîndar bûn. Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên tenduristî û cendermeyê hatin sewqkirin û mirovên birîndar ji Nexweşxaneya Dewleta Bismilê re hatin rakirin.

Hat hînbûn ku rewşa birîndarekî giran e û derheqê qezayê de jî tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno