Li Bismilê Zarokê ku ketibû Çemê Dîcleyê jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Bismilê ya Amedê zarokê 14 salî yê ku hevsengiya xwe winda kir û ket çemê Dîcleyê xeniqî û jiyana xwe ji dest da.

Bûyer li gundê Koselî yê navçeya Bismilê pêk hat.

Li gorî îdîayan; H.Ç yê 14 salî bi hevalên xwe re li ser Çemê Dîcleyê dimeşiya hevsengiya xwe winda kir û ket çem.

Piştî ku derdorê agahî da ekîbên tenduristiyê, cendirme û AFADê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Di encama xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ekîbên di çem de cenazeyê H.Ç (14) hat dîtin.

Cenazeyê H.Ç ji bo otopsiyê birin Saziya Tiba Edlî.

Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno