Li Bolûyê mînîbusek û wesayîtek li hev qelibîn: Kesek mir, 9 kes birîndar bûn

Li navçeya Mudurnu ya Bolûyê, di encama lihevketina mînîbûseke rêwiyan û otomobîlekê de kesek mir û neh kes birîndar bûn.

Li gundê Yazilarê otomobîlek ku ajokar û plakaya wê hêj nayê zanîn û mînîbusek rêwiyan ku ji Mudurnu ber bi Bolu ve diçû li hev qelibîn.

Di qezayê de deh kes birîndar bûn, yek ji wan bi giranî birîndar bû. Piştî xeberdayînê tîmên tenduristiyê û cendirmeyan sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Alî Y., yek ji birîndaran ku piştî dermankirina destpêkê ji aliyê tîmên bijîşkî ve rakirin nexweşxaneyê, canê xwe ji dest da. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno