Li Boluyê otêl şewitî: 10 mirî, 32 birîndar

Li Navenda Kaşûna Kartalkayaya Boluyê di otêlekî de şewat derket, di encamê de herî kêm 10 kesan canê xwe ji dest dan, 32 kes jî birîndar bûn.

Hat îfadekirin ku li beşa restorana otêlekî ya li lûtkeya Çîyayên Korogluyê ji ber sedemeke ku hêj nayî zanîn ve şewat derket.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên ambûlans, îtfaîye, AFAD, UMKE û ewlehîyê hatin sewqkirin.

Walîyê Boluyê Abdulazîz Aydin, diyar kir ku di otêla ku 234 mêvan di nav de hene de di derdorê seat 03.30yan de şewat derket.

Li gorî agahîyên ewil di şewatê de herî kêm 10 kesan canê xwe ji dest dane, 32 kes jî birîndar bûne.

Otêl ji ber şewatê hat tehlîyekirin û xebateke mezin hat destpêkirin.

Hat îfadekirin ku otêlên herêmê ji ber betlaneya dibistanan hema hema tijî ne. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno