Li navçeya navendî ya Rezan (Bağlar) a Diyarbekirê, li xala ku Caddeya Lezgin Avcı vedibe ser Bûlvara Medîneyê, tunebûna ti rêkxistina xaçerê û ronîkirinê vexwendinê ji qezayên trafîkê re derdixe.
Niştecihên derdorê ku diyar kirin li navnîşana navborî ya ku trafîka wê giran e qezayên trafîkê yên bi mirin û birîndarbûnê pir zêde pêk tên, gotin ku girtina tedbîrên pêwîst buye tiştekî muheqeq.
Welatiyên ku anîn ziman ji bilî bazara taxê ya ku rojên înê tê danîn, ji ber ku navnîşana navborî herêma dibistanê ye navhefteyê giraniya trafîkê hîn zêdetir dibe, ji bo çêkirina tedbîr û xebatên pêwîst bang li rayedaran kirin.
"Her roj nebe jî du rojan carekê teqez qezayên bi birîndarbûn pêk tên"
Tanju Günler
Esnafê derdorê Tanju Günler got: "Cîyê vir xaçerêyeke pir giran û tevlihev e. Her roj nebe jî du rojan carekê teqez qezayên bi birîndarbûn pêk tên. Divê êdî ji bo vir ronahiyek an jî xaçerêyeke aqilmend, tiştekî bikin."
Günler ev îfade bi kar anîn: "Trafîka Caddeya Lezgin Avcı ya ku pir giran e û ya ku ji dibistana polîsan û İskenevleriyê tê li vir digehêjin hev. Kesê ku ji Caddeya Lezgin Avcı tê, ji ber ku aliyê çepê bi zelalî nabîne, dikare bi wesayîteke ku bilez tê re li hev bixe. Kesê ku dikare xwe xelas bike xelas dike, em bûn şahid ku wesayîta kesê ku nedikarî xwe xelas bike bûbû du parçe. Bêguman divê ji bo vir çareseriyek bê dîtin. Heta niha ti rêkxistin û avakirineke ku hatibe kirin tune ye."
"Ji bo qezayê ne hewce ye ku sedem bê lêgerîn, tunebûna ronîkirinê bes e"
Adem Koçyiğit
Âdem Koçyiğit ku xala navborî wekî "Navnîşana Xetereyê" navand, ev îfade bi kar anîn: "Vir navnîşana xetereyê ye. Her roj qezayên trafîkê pêk tên. Çareseriya vê ya bi tenê jî çêkirina ronîkirinê ye. Li vir herdem giraniya trafîkê heye. Di nav 10 rojên dawî de 2 caran qeza çêbû."
Sinan Akak
Ji sakinên taxê Sinan Akak jî van tiştan got:
"Li vir nêzîkî her roj qeza çêdibin. Divê ji bo vir bi lezgînî ronahiyên sor bên danîn. Li vir mobese heye. Heke li rex vê mobeseyê ronahî jî hebe dê çêtir bibe. Ez li vir rûdinêm. Li vir dema zarok ji aliyekî derbasî aliyê din dibin qeza çêdibin. Çend buyerên mirinê çêbûn. Vê paşiyê li destpêka bazarê di encama lêdana motorê de kalekî mir. Dîsa bi heman awayî wesayîtê li jinikê xist. Yanî dema ronahî tune be rê li ber qezayan nayê girtin. Ji ber ku ronahî tune ye wesayît transit derbas dibin. Yanî ji bo qezayê ne hewce ye ku sedem bê lêgerîn."