Li Burkîna Fasoyê êrîş li baregeha leşkerî hat kirin: 50 mirî

Mîlîtanên çekdar, di êrîşa çekdarî ya ku li Burkîna Fasoyê hat lidarxistin de nêzê 50 leşker mirin.

Hat îfadekirin ku mirovên çekdaran êrîşî baregeha leşkerî kirin.

Ajansa Xeber a Associated Press (AP), di xebera ku ji temsîlvanên civakî bidestxistîye de îfade kir ku li nêzê gundê Dargoya herêma Bulsaya wîlayeta Namentengayê li dijî baregeha hêzên çekdar êrîşek hat lidarxistin.

Hat destnîşankirin ku êrîş ji teref 100 mirovên çekdar ve hatîye lidarxistin. Li gorî çavkanîyên APyê, êrîşkaran baregeha artêşê talan kirin û şewitandin.

Li Burkîna Fasoyê ji 2015an vir ve bûye navenda fealîyetên êrîşdarên Efrîqaya Rojava. Li gorî rêxistinên civaka sîvîl, ji 2015an vir ve ji teref mîlîtanan ji 26 hezarî zêdetir sîvîl û wezîfedarên ewlehîyê hatine kuştin. Bi milyonan însan bêmal mane. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin