Li Bûrsayê di kana madenê de hilweşîn: 1 mirî

Li navçeya Orhanelîya Bûrsayê di kana madenê de piştî teqîna di sehayê de hilweşînek pêk hat, di encamê de karkerek di bin zinaran de ma û canê xwe ji dest da.

Li kana komira li Taxa Gumuşlera navçeya Orhanelîyê, ji teref M.O. (44)yê mesulê teqîna madenêyê ve teqînek hat kirin.

M.O. li herêma teqînê, ji ber şiqitîna zinaran hilweşînek pêk hat û di bin zinaran de ma.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re gelek ekîbên tenduristî, cenderme û lêgerîn û xelaskirinê hatin sewqkirin.

Ekîbên ku gihaştin cîhê bûyerê dest bi xebatê kirin û diyar kirin M.O. canê xwe ji dest daye.

Cenazeya M.O. piştî lêkolîna dozger ji morgê re hat rakirin.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Ewlehîya Civakî û Xebatê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Li navçeya Orhanelîya Bûrsayê di dema karê teqînê de ji ber zinarên ku ji cîhê xwe şiqitîne karkerekî me di bin zinaran de maye û mixabin canê xwe ji dest daye. Ji birayê me yê ku canê xwe ji dest daye re ji Xwedê daxwazîya rehmê dikin, ji xizmên wî re jî sersaxîyê dixwazin.

Ji bona ku ji teref Wezareta me ve lêkolîn bê kirin mifetîşek hat wezîfedarkirin. Em ji raya giştî re dibêjin ku em ê şopînerê meseleyê bin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno