Li Çewligê bi kêrê êrîş hat lidarxistin: 2 mirî 7 birîndar

Li Çewligê mirovê ku li cîhên cuda û li dijî mirovên cuda bi kêrê êrîş li dar xist, ji teref hêzên ewlehîyê ve li derdorê depoya avê hat qefaltin.

Bûyer, îro di seat 13.30yan de li navenda bajêra Çewligê pêk hat.

Li gorî îddîayan, mirovekî ku jehrê û tiryakê xwaribû bi tevî kêra di destê xwe de li alîyê Beşyol, hala kevn, Yenîşehîr û Bahçelîevlerê êrîşî xelkê kir û wan kêr kir.

Hat hînbûn ku di êrîşê de 9 kes birîndar bûn û ji wan 2 kes jî canê xwe ji dest dane.

Hat destnîşankirin birîndarekî jî rewşa wî giran e û di Nexweşxaneya Dewlet a Çewligê de hatîye kirin nav emelîyatê, rewşa birîndarên dinê jî ne baş in.

Mirovê ku nasnameya wî nehat hînbûn ji teref hêzên ewlehîyê ve li derdorê Taxa Mîrzanê depoya avê hat qefaltin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê