Li Çewligê îro bi şîara “Ji Tofana Eqsayê Re Destek” mîtîngek bê lidarxistin

Serokê Bajara Çewligê yê HUDA PARê Refîk Alpaya daxuyand ku ew îro bi şîara “Ji Tofana Eqsayê Re Destek” mîtîngek tertîp dikin.

Li Çewligê îro bi şîara “Ji Tofana Eqsayê Re Destek” mîtîngek bê lidarxistin

Alpaya destnîşan kir ku ew ê mîtîng îro li ber Camîya Mezin a li ser Ceddeya Ciwana Navend di seat 13.00an de bê lidarxistin. Wî ji ber vê yekê hemû xelkê dawetî mîtîngê kir.

Alpaya bal kişand ku rejîma sîyonîst ji du mehan zêdetir e li Xezzeyê qetlîam û qirkirinê lidardixe, ev êrîş û qetlîam jî roj bi roj zêde dibe.

Serokê bajarê Alpaya destnîşan kir ku ew wek Serokatîya Bajara Çewligê ya HUDA PARê îro roja Yekşemê li Çewligê mîtîngek li dar dixin, “Em ê di vê mîtîngê de îsraîlê lenet bikin. Em ê bînin ziman ku em li cem komên berxwedanê û Tofana Eqsayê ne. Di vî warî de hemû xelkê Çewligê, mirovan û alîgiran banga destekê dikin.”

Refîk Alpaya, “Li gorî me lazim e ku hemû kesên ku di dilê wan de wijdan hene û dibêjin em însanin ji qirkirin û qetlîamên melun û meşum yê îsralîlê re bertekê nîşan bide. Ji ber vê yekê Em ji Çewligê dengekî mezin derxin ku bila hem dengê me bighêje micahîdên Fîlîstînê hem jî bighêje îsraîlê.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ji ber şewata ku li navenda trafoyê derket, 150 gundên Qoser û Dêrikê bê elektrîk man
Balafirgeha Lodê ya sîyonistan ji teref Yemenê bi fuzeyên balîstîkî hat hedefgirtin
Leşkereke sîyonîst di kemîna berxwedana li Şûcaîyeyê de hat kuştin
Numan Kurtulmuş ji bo Serokê Meclisa Mezin a Tirkiyê hat hilbijartin
Serokkomar Erdogan Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu qebûl kir