Li Çinarê, bi baranên dawî re çem û rûbar herikîn û di sere avêtin

Li navçeya me Çinarê, bi baranên bereket ên ku rojên dawî bandora xwe nîşan dan re, çem û rûbar rabûn û ser re avêtin.

Salên dawî li navçeya me Çinarê ji ber hişkayiyê (hişkesalî) baran bi asteke berbiçav kêm bû. Di çandiniyê de berhema ku dihat xwestin nehat girtin, xwediyên ajalan (heywanan) ketin tengasiyê û ava binerd jî gelekî kêm bû.

Bi berfa ku van rojên dawî li herêma me bariya û piştî wê jî bi barana gur re, rûyê gelê me bi ken ket. Piştî berfê, bi zêdebûna germahiya hewayê û baranê re, ava berfê heliya û asta ava di çeman de bilind bû, rûbar rabûn û ser re avêtin.

Wekî xelkê herêmê, em li benda van baranên berekêt bûn; em çiqasî şikir ji Xwedê re bikin hindik e.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno