Li Çinarê Bi navbeynkariya HUDA PARê dijminatî beriya ku mezin bibe qediya

Di encama navbeynkariya Serokatiya Navçeya Çinarê ya HUDA PARê de malbatên ku di navbera wan de dijminatî kirin li hev hatin.

Dijminatiya ku çend roj berê li gundê Guhanê ya navçeya me ya Çinarê di navbera malbatên Solmaz û Çetîner dest pê kiribû, bi navbeynkariya Serokatiya Navçeya Çinarê ya HUDA PARê û Komeleya Metîna, beriya ku mezin bibe qediya.

Rayedarên partiyê bi her du malbatan re hevdîtinê cuda kirin û hewl dan ku aliyan razî bikin û li hev bikin. Di netîceya hewildanên zêde yên HUDA PARê de aştî pêk hat û şer bi dawî bû.

Malbat li mala sersaxiyê ya li gundê Guhan a navçeya Çinarê hatin cem hev û bi destên hev girtin û dijminatiya di navbera xwe de bi dawî kirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin