Li Çinarê bi navbeynkariya HÛDA PARê neyartiyek berî ku mezin bibe bi dawî bû

Di encama navbeynkariya Komisyona Lihevhatinê ya Serokatiya Navçeya Çinarê ya HÛDA PARê de, malbatên ku di navbera wan de neyartî (alozî) hebû hatin lihevanîn.

Neyartiya ku rojên borî de li gundê Qerhêta yê gundewar ê ser bi navçeya me Çinarê ve di navbera malbatên Bulut û Demîr de dest pê kiribû, bi navbeynkariya Komisyona Lihevhatinê ya Serokatiya Navçeya Çinarê ya HÛDA PARê bi aştiyê bi dawî bû.

Berpirsên partiyê bi her du malbatan re jî cuda cuda hevdîtin kirin û hewl dan ku aliyan qanî bikin da ku aram bibin û li hev bixin. Di encama hewldanên gurr ên HÛDA PARê de aştî hat dabînkirin û neyartî bi dawî bû.

Malbatên ku li gundê Qerhêta yê gundewar ê ser bi navçeya Çinarê ve hatin ba hev, destên hev girtin û dawî li neyartiya di navbera xwe de anîn.

Serokê Navçeya Çinarê yê HÛDA PARê Azîz Tekdal hêvî xwest ku bûyerên bi vî rengî careke din neqewimin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno