Li Çinarê bi navbeynkarîya HUDA PARê neyartîyekî dinê jî hat dawîkirin

Bi navbeynkarîya Serokatîya Navçeya Çinarê ya HUDA PARê neyartîya ku di navbera du malbatan de hebû hat dawîkirin û herdu malbat jî li hev hatin.

Li gundê Sergelyaya Çinarê nêzê du hefte berê di navbera du malbatan de neyartîyek dest pê kiribû, neyartîya ku dest pê kir bi navbeynkarîya Serokatîya Navçeya Çinarê ya HUDA PARê rîspîyên herêmê ve hêj mezin nebûbû hat dawîkirin.

Hat îfadekirin dijminatî bi xebatên HUDA PARê bi aştîyê encam bû.

Malbatên ku li mala şînê ya gundê Sergelyayê hatin cem hev, hevdu hembêz kirin û ji neyartîya nav xwe re dawîyê dan.

Serokê Komîsyona Lihevkirin û Serokê Navçeya Kayapinarê yê HUDA PARê Alî Bîlmez di bernameyê de axavtinek kir û weha axivî, “Berîya 40-50 sal berê şêx, seyda, seyyîd, alim û rêspîyên gundên me hebûn. Heta ku me bi gotina wan dikir serê me bilind bû, di navbera me de hizûr, aştî û biratî hebû. Dema ku me pişta xwe da wan roj bi roj em jî ber bi xerabîyê ve çûn û perîşan bûn. Çîmkî di navbera me de ti orfekî, edebekî û exlaqekî nema. Ez dixwazim li ser gundê Sergelyayê biaxivim. Ev gundek ji berê ve bi şerefê tê naskirin û gundekî gelek kevn û bîqîmet e, di vî gundî de biratî hebû, hezkirin hebû, însanên vî gundê ji hev re hurmetê nîşan didan. Ez dixwazim vêya ji we re bibêjim, dema ku hûn hev hez dikin ji bo Xwedê hez bikin, dema ku hûn bi vê şeklê hevdu hez bikin ew ê Xwedê jî we hez bike.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar