Li Çinarê çalakiya "Jiyan bi Nimêjê Xweş e" hat lidarxistin

Ji aliyê Evîndarên Pêxamber ve ji bo zarokên ku perwerdehiya nimêjê bi serkeftî qedandin, li navçeya Çinarê ya Diyarbekirê bernameyek hat lidarxistin.

Ji aliyê Evîndarên Pêxamber ve ji bo zarokên keç û kur yên di navbera 7-10 salî de perwerdehiya nimêj, destnimêj, dua û fermanên pêxamber (hedîs) hat dayîn.

Ji aliyê Evîndarên Pêxamber ve li navçeya Çinarê ya Diyarbekirê ji bo zarokên keç û kur yên di navbera 7-10 salî de ku perwerdehiya nimêjê standibûn, bi navê "Jiyan bi Nimêjê Xweş e" çalakiyek hat lidarxistin.

Zarokên ku li navenda navçeyê meşiyan, di destên xwe de pankartên bi nivîsa "Nimêj Îbadeta Herî Mezin e", "Nimêj Stûna Din e", "Werin Nimêjê Werin Rizgariyê", "Secde Bikin Aramî Bibe" û "Nimêj Kilîta Cenetê ye" hildan û sloganên "Nimêj Kilîta Cenetê ye" û "Nimêj Stûna Din e" qêriyan.

Meşa zarokan a ku ji aliyê esnaf û welatiyan ve jî bi eleqeyeke mezin hat şopandin, bi çalakiya ku li Parka Nûjiyanê hat amadekirin bi dawî bû.

Bernameya ku bi xwendina Quranê dest pê kir, bi axaftina Mela Bunyamîn Aydin dewam kir.

Mela Bunyamîn Aydin bal kişand ser ku nimêj di serê îbadetên ku Xwedayê Mezin herî pir jê hez dike de tê û teqez kir ku yên ku dixwazin nêzî Xwedê bibin divê bi nimêjê re bibe yek.

Mela Bunyamîn di dewama axaftina xwe de ev îfade bikar anîn: "Pêxemberê me Hezretî Muhemmed (as) wiha ferman dike: 'Çaxê ku ebdê Xwedê herî nêzî Rebbê xwe ye, dema ku di secdeyê de ye. Loma di dema secdeyê de pir dua bikin'. Xwedê laşekî saxlem, lingên saxlem, çavên saxlem dane me. Divê em jî ji bo ku ji Xwedayê Mezin re spasiya xwe bikin, 5 danên rojan nimêj bikin."

Mela Bunyamîn di dewama axaftina xwe de ji bo zarokan derbarê nimêjê de pêşniyar kirin û wiha axivî: "Pêxamberê me ferman dike ku 'Nimêj ronahiya çavê min e, mîrac mumina ye.' Ji bo vê yekê, nesîheta me ji we zarokên hêja re ev e ku em nimêja xwe ya 5 danan ji dest nedin."

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mebûsê HÜDA PARê Serkan Ramanli li Qilabanê esnaf ziyaret kir
Li ser rêya Batman û Farqînê ji ber bahozê dar qelibîn
Rayê Egilî qedênê û na şermî ra werênê
Tax ji bo derbasbûna peya û wesayîtan hat girtin
Li Dîyarbekirê 130 kîlo tiryak hat bidestxistin