Li Çinarê di konvoya cenaze de qezaya zîncîrî: 4 birîndar

Li navçeya Çinar a Dîyarbekirê, di qezaya trafîkê ya zincîrî ku çar wesayît di konvoya cenazeyê de li hev ketin de, çar kes birîndar bûn.

Qeza, li nêzî koma xaniyên Xîça ya li taxa Kalacûxa ya gundewarî ku 51 kîlometre dûrî navçeya Çinarê ye qewimî.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, wesayîtên bi plakayên 49 AAZ 839, 34 PC 9198, 34 EAV 203 û 06 GB 0834 ên ku di konvoya cenaze de bûn û ber bi Gundê Kerrêcinnê ya gundewarî ya navçeya Çinarê ve diçûn, li hev ketin.

Di qezaya trafîkê ya zincîrî de, I.A., FA, SA û M.S.Ç. birîndar bûn.

Piştî xeberdayînê, ji herêmê re gelek ekîbên tenduristiyê hatin şandin.

Piştî dermankirina destpêkê li cihê bûyerê, mirovên birîndar ji nexweşxaneyê re hatin rakirin û derheqê qezayê de jî tehqîqat hat destpêkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno