Li Çinarê du malbatên nelihev bûn li hev hatin

Herdu malbatên ku nêzîkî 8 meh berê di navbera wan de dijminatî hebû, bi destwerdana rêberên raya giştî li hev hatin.

Dijminatiya ku nêzîkî 8 meh berê di navbera gundê Qilva yê navçeya Çinarê û gundê Kabaxidirê yê navçeya Rezan de dest pê kiribû û 2 kesan jiyana xwe ji dest dabû, bi mudaxeleya berpirsên raya giştî bi dawî bû.

Heyetek ji Rêveberiya Wîlayeta Dîyarbekirê ya HUDA PARê, Serokê Navçeya Çinarê ya HUDA PARê Aziz Tekdal û heyeta pê re, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, pêşengên raya giştî, siyasetmedar û welatî beşdarî merasîma aştiyê ya ku li saloneke dawetê li Dîyarbekirê hat lidarxistin bûn.

Piştî xwendina Qur'ana Pîroz û axaftinan, bernameya aştiyê bi desthevgirtina malbatên dijmin û dua û temenîyan bi dawî bû.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno