Li Çinarê fatureyên giran cotkaran ji hilberînê dûr dixe

Cotkarên gundê Barê yê ser bi navçeya Çinarê ve diyar kirin ku ji ber zêdebûna lêçûnan û sepanên (muameleyên) li ser elektrîkê, îsal çandina pembû di asteke mezin de kêm bûye.

Cotkarên ku li gundê Barê yê navçeya Çinarê bi çandiniyê re mijûl dibin diyar kirin ku îsal di çandina pembû de kêmbûneke berçav (cidî) rû daye. Cotkaran dan zanîn ku bi taybetî lêçûnên (maliyet) elektrîkê û sepanên li ser bîrên avdanê bandoreke neyînî li hilberînê kirine.

Hilberînerên ku destnîşan kirin par li herêmê nêzî 10 hezar donim pembû û garis hatibû çandin, lê îsal qadên çandiniyê di asteke mezin de teng bûne, ragihandin ku li herêmê ji nêzî 100 bîrên sondajê tenê 10 bîr dixebitin.

Cotkar Talat Fırat sedemên kêmbûna hilberîna pembû ya li herêmê rave kir û got ku zêdebûna lêçûnên daxilbûnê, nirxê kêm ê berhemê û pirsgirêkên ji ber Dicle Elektrîkê (DEDAŞ) çavkanî digirin, bandoreke giran li hilberînê kirine.

Talat Fırat

"Qada çandiniyê ji 25-30 hezar donimî daket hezarî"

Fırat diyar kir ku di bin mercên asayî de li gund 25-30 hezar donim pembû dihat çandin, lê îsal herî zêde hezar donim hatiye çandin û weha axivî: "Çandina pembû li gundê me normalde 25-30 hezar donim e, lê îsal em herî zêde karîbûn hezar donim biçînin. Di serê sedemên neçandina pembû de Dicle Elektrîk (DEDAŞ) û paşê jî biha (fiyat) tê. Bilindbûna lêçûnên daxilbûnê (girdi) û kêmtiya bihê berhemê, cotkar ji pembû sar kirin. Me îsal çandiye, lê heger wusa berdewam bike, îhtîmal e ku em ê vê jî berdin. Par jixwe tevî ku hinek hişkesalî hebû jî me çandibû. Bi kesane nêzî 350-400 donim pembûyê me hebû. Me heta meha heftan anî. Li wir di navbera Dicle Elektrîk û cotkarên me de pirsgirêkek derket û ji ber wê pirsgirêkê enerjî (elektrîk) nehat dayîn."

"Bibrînên elektrîkê berhem kêm kir"

Fırat da zanîn ku bibrînên elektrîkê yên par bandoreke neyînî li hilberînê kirine û ragihand ku ji ber astengiyên di dema avdanê de rû dane, berhema ku ji bo her donimî tê girtin bi rengekî cidî kêm bûye.

Fırat ev îfade bi kar anîn: "Heger çend rojan av li ser pembû derbas bibe, êdî tu çend gubre û avê bidiyê jî fedyê nake. Dema ku ji bo donimî 400-500 kîlogram dihat girtin, par me di navbera 150-200 kîlogramî de pembû girt. Ji ber kêmbûna bihayê, me pereyê tov û gubreya pembû jî bi zorê derxist; me faturayên elektrîkê û mesrefên din ên karkeran ji berîka xwe da. Ji ber vê yekê cotkar ji pembû direvin. Heger wusa biçe, wekî cotkarên ku mane, em ê jî mecbûr bimînin ku vî karî berdin û berê xwe bidin ceh, genim û nîskê. Heger lêçûna elektrîkê wusa be, jixwe em ê av nedin. Dema em av bidin, em neçar in ku pereyan deynin ser berhema ku wekî fature difroşin. Nexwe em ê mesrefên din çawa dabîn bikin? Karkerekî me yê Sûriyeyî heye. Em mehê 30-35 hezar lîreyî didin karkerê ku didin xebitandin. Ji ber ku em nagihîninê, ser de jî em karkerên din digirin. Ez bi cotkariyê re mijûl dibim. Heger ez li vir debara xwe nekim, nikaribim borçên xwe bidim, em ê vî karî berdin. Di cotkariyê de rewş niha wusa xuya dike."

"Cotkar ji paşeroja xwe bi fikar e"

Fırat destnîşan kir ku barîna baranê ya îsal hewcedariya avdanê kêm kiriye û hinek feydeya lêçûnê daye cotkaran, lê tevî vê yekê jî diyar kir ku ew ji ber faturayên elektrîkê bi fikar in û ev nirxandin kir:

"Normalde di 10-15ê Nîsanê de dema ku germahiya hewayê digihîje 18-20 pileyan, pembû dikaribû were çandin, lê ji ber ku îsal bi şukrê Xwedê baran hebû, karê çandinê ma meha Gulanê. Niha bi bandora vê yekê, pembû dê mehekê dereng derkeve. Ji bo ku em vê bigihîninê, em ê gubre û derman bidinê. Ji bo ku em karibin berî hewa sar bibe û baranên payîzê dest pê bikin vê berhemê ji zeviyê rakin, divê em bêtir bi lez bixebitin. Ev ê bibe sedema mesrefên zêdetir û lêçûna daxilbûnê dê bibe barek li ser me. Dema ku pembû di destê cotkar de tune be, piyase xweş e. Lê çi gava ku cotkar pembû bide kargehan, em nizanin gelo kargeh di nav xwe de li hev dikin an na. Di piyaseya cîhanê de niha pembû li dor 35-40 lîreyî ye. Lê gava em berhev bikin û bidin kargehê, dê biha dakeve. Îsal jî em li benda tiştekî mezin nînin. Heger bibe 30 lîre, em ê bêjin eyvallah û şukr bikin. Xwedê mezin e ku îsal baran hebû. Niha em di nîvê meha Hezîranê de ne û me hîn av nedaye. Ji ber ku hewcedariya wî bi avê tune ye, em hinekî ji faturayê kar (qezenç) dikin. Înşallah Dicle Elektrîk vê yekê dîsa naxe ser hesabê xwe û faturayeke giran ji me re naşîne.

Kerbala Demirtaş

"Çandina pembû di asteke mezin de kêm bû"

Cotkar Kerbala Demirtaş jî anî ziman ku sedema bingehîn a kêmbûna hilberîna pembû lêçûnên elektrîkê û sepanên Dicle Elektrîkê ne, û weha got: "Îsal li vê herêmê pir kêm pembû hat çandin. Sedema vê yekê, hinek sepanên Dicle Elektrîkê ne. Ji ber ku Dicle Elektrîkê par lêçûnên pir giran derxistin pêşiya cotkaran, gelek cotkaran îsal bi tirs tevgeriyan û pembû neçandin. Par li herêma me 10 hezar donim pembû û garis hatibû çandin, lê îsal qadên çandiniyê di asteke mezin de kêm bûn. Ji nêzî 100 bîrên sondajê tenê 10 bîr dixebitin. Cotkarên ku par 500 donim pembû çandibûn, îsal herî zêde karîbûn 150 donimî biçînin. Dicle Elektrîkê faturayên pir bilind derxistin. Elektrîka gelek kesan hat birîn; çi yên ku elektrîka qaçax bi kar tînin, çi jî yên ku bi kar nayînin. Par ji ber van sepanên Dicle Elektrîkê gelek cotkar zirar kirin. Li gel vê, lêçûnên derman, gubre, karkerî û mesrefên din jî zêde bûn. Ji ber van sedeman, hinek ji cotkaran çandina pembû nekirin."

"Lêçûnan cotkar neçar kirin"

Demirtaş diyar kir ku hinek ji cotkaran ji ber sepanên Dicle Elektrîkê berê xwe dane çandina genim û ceh, û wiha peyivî: "Par bihayê kîlogrameke pembû di navbera 24-26 TLyan de bû. Ev biha têra lêçûnên cotkar nedikir. Piştî ku cotkar deynê Dicle Elektrîkê û borçên xwe yên din dida, di destê wî de qezanceke (kar) pir kêm dima. Hinek ji cotkarên ku pembû neçandin, berê xwe dan çandina genim û ceh. Îsal barîna baranê pir zêde bû. Heger ev baran nexuya, rewşa cotkar dê pir xerabtir bûya. Ji ber vê yekê, îsal rewşa tene di asteke baş de ye. Heger Dicle Elektrîkê ev sepan nekrana û bi cotkaran re rêyeke hevpar dîtiba, dê dîsa bi hezaran donim pembû bihata çandin. Her weha piştî dirûna (hasat) genim û ceh, wekî berhema duyem lazût jî dihat çandin. Lê belê ji ber sepanên Dicle Elektrîkê gelek cotkar lazûtê jî naçînin. Par ji ber ku elektrîk nehat dayîn, bi hezaran donim zeviyên lazûtê di zeviyê de hişk bûn û şewitîn.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezaya Mêrdîni Qoser de adirê keyeyî de yoneka 7 serrî merde
12 se'et xebat, toz, dûman û li ber germahiya bi şewat
Gumanbarê ku li gundê Botika yê Çînarê bavê xwe kuştibû hat girtin
Tedbîrên ku dê li hemberî enfeksiyonên di mehên havînê de zêde dibin werin girtin
Neqedandina nexweşxaneya bajêr a li Amedê welatiyan mexdur dike