Nûneriya Kerwana Hêvîyê ya Çinarê, li navçeya me Çinarê alîkariya eşyayên malê gihand malbateke hewcedar.
Nûnerê Kerwana Hêvîyê Adem Yaşar di daxuyaniya xwe de ev îfade bi kar anîn: "Me kêfxweşiya bûn di malekê de ya umudê û di malbatekê de ya aramiye jıya! Wekî Nûneriya Çinarê ya Weqfa Kerwana Hêvîyê, bi piştgiriya xêrxwazên xwe me maleke din a malbateke xwe ya hewcedar bi eşyayan xemiland û rûyê wan dikendand. Xwedê ji hemû bexşerên me yên ku bûn wesîleya vê xêrê razî bibe.
Hûn jî dikarin eşyayên malê yên saxlem û paqij ên ku di mala xwe de bi kar naynin, yên ku we nûyê wan ketiye an jî yên zêde ne (tiştên sipî, mobîlya, tekstîla malê hwd.) bigihînin me û mala malbateke din bikin hêlîneke germ. Ji bîr nekin, yekane tiştê ku bi parvekirinê re zêde dibe qencî ye."