Li Çinarê otomobîlekê teqle avêt: 1 mirî, 4 birîndar ku rewşa yekî giran e

Li navçeya me ya Çinarê, di qezaya trafîkê ya ku pêk hat de kesekî jiyana xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn ku rewşa yekî ji wan giran e.

Qeza, li ser rêya Diyarbekir-Mêrdînê, li nêzîkî 7 kîlometreyî dûrî navenda navçeya Çinarê, li nêzî gundê Rûbêrê pêk hat.

Li gorî agahiyên ku hatine bi dest xistin, otomobîla bi plakaya 34 GU 3337 ku navê şofêrê wê nehat hînbûn, ji ber ku şofêr kontrola dîreksiyonê winda kir ji rê derket û wergeriya (teqle avêt).

Di qezayê de 5 kes birîndar bûn ku rewşa 2 ji wan giran bû; piştî destwerdana yekem a tîmên tendurustiyê ya li ser birîndaran, ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çinarê. Li vir ji birîndaran H. A. tevî hemû destwerdanan jî nehat rizgarkirin, 4 birîndarên ku rewşa yekî ji wan giran e ji bo nexweşxaneyên li Diyarbekirê hatin sewqkirin. Hat diyarkirin ku yek ji jinên birîndar ducanî giran e.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Pirsgirêka trafîkê ya li Amedê êdî gihiştiye asteke aloz û xirab
Rêya Batman-Bismîlî de wesayito ke sebze û meywe bar bîyê, qelibî
Mafên mirovan li gorî konjonktûrê nayên sînordarkirin
Nîşaneyên nexweşiya Krupê
Weqfa Êtîman rojane li Xezzeyê belavkirina xwarinên germ didomîne