Li Çinarê xebatên lêgerîna Nimet Kiliça winda di roja 6an de ne

Li navçeya me ya Çinarê, xebatên ji bo dîtina Nimet Kiliça ku diya 2 zarokan e, tevî hewaya sar û mijê bi ekîbeke ji 137 kesan pêk tê berdewam dikin.

Xebatên ji bo dîtina Nimet Kiliça (45) ku diya 2 zarokan e û li navçeya Çinarê ji 21ê Rêbendanê ve winda ye, di roja 6an de berdewam dikin. Ji bo dîtina Kiliçê; ekîbên Lêgerîn û Rizgarkirinê yên Zanîngeha Dîcle (DÜAK), jandarma û AFAD li herêmê xebatên xwe didomînin.

Şêxmûs Kiliçê ku li gundê Qubacixê yê Çinarê dijî, serê sibê 21ê Rêbendanê gava ji xew radibe dibîne ku jina wî Nimet Kiliç li malê nîne; pêşî diçe mala xezûrê xwe. Gava li wir jî jina xwe nabe, xeberê dide Navenda Banga Lezgîn a 112an û daxwaza alîkariyê dike.

Piştî agahdarkirinê, di 22yê Rêbendanê de ji aliyê AFAD, ekîbên Lêgerîn û Rizgarkirinê yên Zanîngeha Dîcle û jandarmayê ve li herêmê xebateke berfireh hat destpêkirin. Di lêkolînan de hat tespîtkirin ku Nimet Kiliç, roja ku winda bûye saet di 05.12an de dema bi tenê dimeşiya, di kamerayeke ewlehiyê de cih girtiye.

Xebatên lêgerînê di roja 6an de bi tevahî bi 137 kesan; ku ji wan 96 jandarma, 10 personelên Zanîngeha Dîcle û 31 personelên AFADê ne, berdewam dikin.

Li herêma ku mij û sermayeke dijwar lê heye, ekîb bi alîkariya 4 dronan û 2 سeyên (kûçikên) lêgerînê xebatên xwe didomînin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

108 kes hatin girtin
Di jiyana modern de pirsgirêkên xewê zêde dibin
3 kes bi giranî birîndar bûn
Li Erzincanê erdhejek bi şîdeta 3.5 pileyî çêbû
HUDA PAR wê li Dîyarbekirê panelek bi navê "Ez Zimanê Dayikê Hildibijêrim " li dar bixe