Li Çinarê zarokekî 8 salî dûçarê êrîşa kuçikan bû

Li Dîyabekirê zarokê ku dûçarê êrîşa kuçikên beredayî bû ji pişta xwe birîndar bû.

Bûyer, li navçeya Çînara Dîyarbekirê pêk hat.

Hat destnîşankirin O.D.yê 8 salî li Kolana Aydina Taxa Gazîya navçeya Çinarê dûçarê êrîşa kuçikên beredayî bû û bi midexeleya mirovên derdorê xelas bû, zarok ji pişta xwe birîndar bû.

Hat îfadekirin ku O.D. piştî ku ji kuçikê hat xelaskirin ji nexweşxaneyê re hat birin.

Li gorî agahîyan rewşa zarok baş e û ji nexweşxaneyê hatîye derxistin.

Ev bûyera ku pêk hat bû sedema berteka welatîyan û hat îfadekirin ku divê van kuçikên beredayî bêne çareserkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno