Li Çînê di bazarê de şewat derket: 8 mirî

Li wîlayeta Hebeîya bakûrê Çînê di bazarekî de şewat derket, di encamê de 8 kes mirin, 15 kes jî birîndar bûn.

Bûyer, li Herêma Qiaoxiya ku girêdayê bajara Zhangjiakou wîlayeta Hebeîyê di seatên serê sibehê de di bazarekî de şewat derket.

Li gorî çapemenîya welat, di bazara ku sebze û fêkî dihatin firotin de ji ber sedemeke ku hêj nediyare şewat derket, di encamê de 8 kes mirin, 15 kes jî birîndar bûn.

Îtfaîyevanan, bi tevî ekîbên midexeleya acîlî û ekîbên tenduristîyê çûn cîhê bûyerê û şewatê vemirandin.

Mirovên birîndar ji nexweşxaneyan re hatin rakirin û hat hînbûn ku rewşa wan baş e.

Sedema derketina şewatê tê lêkolînkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin