Li Çînê di mezinahîya 6,8an de erdhej çêbû: Herî kêm 52 mirî

Li bajara Shigatseya li Herêma Xweser ê Tîbeta Çînê, di mezinahîya 6,8an de erdhejek pêk hat, hat îfadekirin ku herî kêm 53 kesan canê xwe ji dest dan.

Li gorî Navenda Tora Erdheja Çînê, li alîyê çîyayên herêma Tîbeta Xweser di seat 09.05an de di mezinahîya 6.8an de erdhej pêk hat.

Sazîya Lêgerînên Jeolojî ya Emrîkayê (USGS), mezinahîya erdhejê 7,1 daxuyand.

Ajansa xebera dewleta Çînê Xinhua, diyar kir ku di erdhejê de 53 kesan canê xwe ji dest dane, 62 kes jî birîndar bûne.

Wezareta Bireveberîya Rewşa Acîl a Çînê, ragihand ku ji bo însanên ku di bin kavilan de mane bêne lêgerînkirin 1500 personelên îtfaîyeyê û wezîfedarên xelaskirinê hatine sewqkirin.

Televîzyona Navenda Çînê (CCTV), diyar kir ku navenda erdhejê ji paytexta Tîbetê Lhasayê re nêzê 380 kîlometre, ji bajara mezin a duyemîn Xigazeyê re jî nêzê 23 kîlometre dûr e.

Piştî erdhejê di mezinahîya 4,4an de erdhejeke biçûk jî pêk hat. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê