Li Çînê qezaya keştîyê

Hat ragihandin li rojhilata Çînê keştîyeke bar û keştîyeke neftê berî vê çend rojan li hev qelibîbûn ku şewata ku ji ber lihevqelibînê derket hêj berdewam e.

Berî bê çend rojan li Çînê keştîyeke bar û keştîyeke neftê li hev qelibîbûn. Di encama lihevqelibînê de 30 jê Îranî, 2 jê Bangeledeşî tev de 32 muretteba jiyana xwe ji dest dabûn û ji ber qezayê di keştîya neftê de şewat derketibû. Hat ragihandin şewata ku ji ber lihevqelibînê derket hêj berdewam dike û tê fikarkirin ku di keştîyekê de teqîn pêk bê.

Li gor agahîyên ku hatine wergirtin ceseda karkerî hat dîtin û bo ceseda 31 karkerên din bê dîtin xebat berdewam dike.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Çînê Lu Kang di civîna çapemenîyê ya ku li Pekînê kir de derbarê mijarê de diyar kir di keştîya neftê de şewat hêj berdewam dike û tê tirsîn ku keştî înfîlak bike.

Berdevk Lu di berdewama daxayanîya xwe de diyar kir ji bo rê li ber felaketine din bê girtin xebat berdewam dikin û bo paqîjîyê jî keştî sewqî cihê bûyerê hatine kirin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Dîmena dronê ya valakirina ava Bendava Goksu ya Çinarê
Bendê Goksuyê Çınari de awe thale kenê
Deriyên Bendava Ilisuyê hatine vekirin
Em bacê didin, lê em xizmetê nagirin
Ewlekarîya keştîyên wijdanî berpirsiyariya hemû parlementoyan e