Li gorî agahiyên hatine wergirtin, bûyer li dorûbera Dörtyolê pêk hat.
Li gorî îddîayê, nîqaşa bi devkî ku di navbera endamên du malbatên xizm ku ji ber meseleya erazî neyartî di navbera wan de hebû de dest pê kir, di demeke kurt de mezin bû û veguhast pevçûna bi kevir, dar û kêran.
Li ser agahdarkirina kesên derdorê, gelek tîmên polîsan û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Dema ku polîsan destwerdan li pevçûnê kir, birîndar piştî destwerdana yekem a li cihê bûyerê, bi ambulansan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Dr. Selahattin Cizrelioğlu ya Cizîrê.
Piştî sewqkirina birîndaran a ji bo nexweşxaneyê, xizmên din ên her du malbatan jî biherikîn nexweşxaneyê. Alozî û tenşiyona ku li çarşiyê dest pê kiribû, li nexweşxaneyê jî berdewam kir.
Alozî û pevçûna ku li nexweşxaneyê derket, bi destwerdana polîsan a bi xaza îsotê û copa bi zorê hat kontrolkirin.
Piştî bûyeran tîmên polîsan di nav nexweşxaneyê de û li derdorê wê tedbîrên ewlehiyê yên berfireh girtin û hat hînbûn ku tedawiya birîndaran a li nexweşxaneyê berdewam dike.
Di aloziya ku derket de ji her du malbatan bi tevahî 6 kes birîndar bûn.
Ji birîndaran paşê keseki li mexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Derbarê bûyerê de lêkolîn hat destpêkirin.