Bûyer, li Kolana 747emîn a Taxa Sûr a navçeya Cizîrê qewimî. Li gorî agahiyan, hilweşîn di dema rijandina betonê de qewimî. Di encama hilweşîna li înşaetê de pênc kes birîndar bûn.
Piştî xeberdayînê, ji herêmê re ekîbên tenduristiyê, AFAD, îtafîye û polêsan hatin sewqkirin. Di encama destwerdana ekîban de, 5 birîndar ji nav xirbeyan hatin derxistin û ji hêla ekîbên tenduristî ve ji nexweşxaneyê re hatin birin.
Derbarê bûyerê de tehqîqat hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)