Bernameya ku ji aliyê kovara Banga Heq ve hatiye organîzekirin, dê roja Yekşemê, 5ê Cotmeha 2025an, li Baxçeyê Mîr û Medreseya Sor a li Cizîrê pêk were.
Akademîsyenên ji Zanîngeha Batman, Zanîngeha Sêrtê, Zanîngeha Van Yüzüncü Yıl, Zanîngeha Çewlikê, Zanîngeha Dîcle ya Diyarbekir, Zanîngeha Merdîn Artuklu, Zanîngeha Zaxo û Zanîngeha Duhokê dê beşdar bibin.
Bername, ku dê gerên cihên dîrokî, panelek û merasîmek pîrozbahiyê di nav xwe de bigire, dê tevahiya rojê berdewam bike. Beşdar û mêvan dê bi serdana bernameyê, ku di saet 10:30ê sibê de dest pê dike, li ser cihên dîrokî yên Cîzreyê fêr bibin. Di saet 2:30ê piştî nîvro de, dê li Baxçeyê Mîr bi mijara "Stêrka Ezmanên Evîn û Zanînê: Melayê Ciîrî" bi beşdariya akademîsyen û nivîskaran axaftin û pêşkêşkirin werin lidarxistin.
Di bernameyê de Hîndekarê Zanîngeha Dîcleyê, Endam Doç. Dr. Rıfat Ablay wê helbest û sitranên Melayê Cizîrî bêje
Di panelê de, ku ji hêla Prof. Dr. Nurullah Kurt ve tê moderatorkirin, dê mijarên jêrîn werin nîqaşkirin:
Prof. Dr. Mustafa Öztürk: Jiyana Melayê Cizîrî Û Rabûna Wi di Kevneşopiya Medreseyê de
Prof. Dr. Nesim Sönmez: Peyama Yekîtî Heqîqet Û Însaîyete di Helbestên Melayê Cizîrî De
Dr. Wahid Sindî: Wehdetul Wucûd di Melaye Melayê Cizîrî de
Bername wê êvarê saet di 20.00'an de li Medreseya Sor bi ş’êr û qesîda bi dawî bibe.