Li Cizîrê qezaya trafîkê: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn

Li nêzî gundê Katranê yê ser bi navçeya Cizîra Şirnexê ve, di qezayeke trafîkê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Qeza, li ser rêya di navbera Cizîr û Nisêbînê de, li nêzî gundê Katranê qewimî.

Li gorî agahiyên hatine bi dest xistin, otomobîla bi plakaya 34 DVM 070 ya di bin kontrola M.T.E. de ku ji aliyê Cizîrê ve diçû aliyê Nisêbînê, piştî ku gundê Katranê derbas kir, ji ber ku şofêr kontrola dîreksiyonê winda kir ji rê derket û wergeriya şarampolê. Wesayîta ku li qada vala wergeriya û gêr bû, bû weke daxisteka hesin (hurde).

Li ser agahdarkirina welatiyên ku qeza dîtin û gazî Navenda Banga Lezgîn a 112ê kirin, tîmên tenduristiyê, îtfaiye û tîmên ewlehiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Birîndarên ku di wesayîtê de asê mabûn, di encama xebateke dijwar a tîmên îtfaiyeyê de ji cihê ku lê bûn hatin derxistin. Birîndar piştî destwerdana yekem a li cihê bûyerê, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. M.G. yê 46 salî ku di qezayê de giran birîndar bûbû, tevî hemû destwerdanên bijîşkan jî nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku tedawiya şofêrê wesayîtê M.T.E. û Z.D. ya li nexweşxaneyê berdewam dike.

Derbarê qezayê de lêkolîn hat destpêkirin.

Dengê Xana Axpar

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bila golet bê paqijkirin, xebata ava vexwarinê ya paqij bê temamkirin
Şofêrê otomobîla ku wergeriya jiyana xwe ji dest da
Di qamyoneta ku klîma tê de barkirî bûn de şewat derket
Trafîk ra ameyî men kerdene
Li rêya Enqere-Nîxdeyê otobûs qelibî: 44 birîndar