Li Cizîrê şerê di navbera malbatekê de: Muxtar jî di nav de 3 kes bi çekê hatin birîndarkirin

Li navçeya Cizîra Şirnexê, di nîqaşa ku di navbera xizmên ku ji bo çareserkirina pirsgirêka di navbera malbatekê de hatibûn cem hev de derket, Ş.C. yê ku nekarî hêrs a xwe qontrol bike, bi çekê fîşek berdan 3 kesan û ew birîndar kirin.

Bûyer, derengiya şevê li Taxa Kalê, Kolana Cabayê ya navçeya Cizîrê pêk hat.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, di navbera endamên malbatê yên ku ji bo axaftin û çareserkirina neyartiyeke (husûmet) malbatî hatibûn cem hev de nîqaş derket. Nîqaşa devkî ya ku di demeke kurt de mezin bû, cihê xwe da şer. Di dema şer de Ş.C. yê ku nekarî hêrsa xwe kontrol bike, demançeya li ber pişta xwe derxist û gule li derdorê reşandin. Hevling (tîbrayê jnê) M.B., bira S.C. û Muxtar M.K. yê ku di wê navberê de ji bo veqetandina şer ketibû navberê, bûn hedefa fîşekên ji çekê derketin û di nav xwînê de li erdê man.

Li ser agahdarkirina welatiyên derdorê yên ku dengê çekan bihîstin, gelek polîs û tîmên tenduristiyê bo cihê bûyerê hatin sewqkirin.

Birîndar, piştî destwerdana yekem a tîmên tenduristiyê ya li cihê bûyerê, bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û hatin girtin bin tedawiyê. Hat hînbûn ku xetereya canî ya her sê kesên ku li nexweşxaneyê tên tedawîkirin nîn e.

Êrîşkar Ş.C. jî piştî bûyerê, tevî çeka ku di rûdanê de bi kar anîbû çû ewlekariyê û teslîmî polîsan bû. Gava ku tîmên polîsan li cihê bûyerê tedbîrên berfireh ên ewlekariyê girtin, ji aliyê meqamên dadî ve jî derbarê bûyerê de lêkolîneke berfireh hat destpêkirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 72 taleban îcazetê xo gırewt
Yek ji rîskên herî mezin ên diyabetê: Korbûn
Li Amedê qamyoneta ku ji qontrolê derket, li refûja navîn xist
Li Sêrtê barîna zîpikê zirar da qadên çandiniyê
72 xwendekaran li Dîyarbekirê îcazetên xwe wergirtin