Li Cizîrê şofêrê di wesayîtê de asê mabû, di encama agir de canê xwe ji dest da

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, ajokarê qamyoneke komirê barkirî ku wergeriya, piştî ku di hundir de asê ma û şewitî, canê xwe ji dest da.

Qeza, li herêma Bozalan a Taxa Cumhuriyetê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê qewimî. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, qamyona komirê ya bi plakaya 01 YH 597 ku Aslan Cevher diajot û ber bi Cizîrê ve diçû, dema ku ji rampê dadiket, ji ber ku frenên wê xera bûn, kontrola wê winda kir û wergeriya.

Piştî xeberdayînê, ekîbên tenduristiyê, îtfaîyeyê û cenderme sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Şofêr Aslan Cevher ku di wesayîta şewitî de asê mabû, di nav agir de canê xwe ji dest da.

Piştî ku agir hate kontrolkirin, cenazeyê bêcan ê Cevher ji bo otopsiyê birin morga nexweşxaneyê.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hate destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno