Bûyer, li nêzîkî herêma Assamaka li bakurê Nîjerê qewimî.
Qamyonek ku komek rêwîyên ji Maliyê hildigirt, li nîvê Çola Sahrayê ya li bakurê Nîjerê xera bû û ew bi rojan asê man. Ji ber germahiya zêde rêwîyan nekarîn xwe bigihînin çavkaniyên avê, û ava vexwarinê ya wan zû xilas bû.
Li gorî kesên ku ji qezayê rizgar bûne, du kesan bi meşa zêdetirî 50 kîlometreyan ji bo dîtina alîkariyê karîn bigihîjin deverên qerebalix. Piştî ku rewş ji rayedaran re hat ragihandin, ekîbên rizgarkirinê yên ku ji herêmê re hatine şandin, li cihê bûyerê herî kêm 50 cenaze dîtin.
Rayedaran ragihandin ku kesên ku mirine di gorên komî de hatine veşartin. Piştre li heman herêmê qamyoneke din a şikestî hat dîtin û nêzîkî 60 kesên di nav qamyonê de hatin rizgarkirin û birin cihekî ewle.
Pispor dibêjin ku ev trajediya li Çola Sahrayê careke din encamên kujer ên xirabûna wesayîtan ji bo koçber û rêwîyên dûr û dirêj derxistiye holê. Germahiya zêde, kêmbûna çavkaniyên avê û dûrbûna ji wargehan dikarin bi lez xirabûnan veguherînin krîzek ku jiyanê tehdît dike li herêmê. (ÎLKHA)