Li Çungûşê cesedê kesê ku di Çemê Firatê de winda bûbû hat dîtin

Li navçeya Çungûşê ya Diyarbekirê, cesedê M.A. yê ku ketibû nav ava Çemê Firatê û winda bûbû, piştî xebatên dijwar ên tîman hat dîtin.

Li navçeya Çungûşê ya Diyarbekirê, cesedê M. A. yê 51 salî yê ku dema bi malbata xwe re pîknîk dikir ketibû nav Çemê Firatê û winda bûbû, di encama xebatên tîman de hat dîtin.

Bûyer, li devera Taxa Geçîkoyê ya navçeya Çungûşê qewimî.

M. A. yê ku piştî pîknîka bi malbata xwe re, ji bo eşyayekî xwe yê ji bîr kirî hilde bi kurê xwe re bi botê xwest derbasî aliyê din ê çem bibe, ji ber manevraya ji nişka ve ya botê hevsengiya xwe winda kir û ket nav avê.

M. A. yê ku bi derba li serê xwe ketî, bi herikîna avê re çû û di nav avê de winda bû; kurê wî jî bi avjeniyê (melevaniyê) xwe gihand ber qeraxê û rizgar bû.

Li ser agahdarkirina welatiyên li derdorê; tîmên cendirmeyan ên lêgerîna binavê, AFAD, binavgerên (dalgîç) îtfaiyeyê û tîmên dildar sewqî herêmê hatin kirin.

Piştî xebatên dijwar ên ku bi saetan ajotin, cesedê M. A. hat dîtin. Piştî lêkolînên li cihê bûyerê, cenazeyê Aslan ji bo otopsiyê birin morga nexweşxaneyê.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û hat hînbûn ku rewşa tenduristiya kurê wî yê ku ketibû çem baş e.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezaya Darayêni Çoligi de adiro ke cayê vaşine de veciya, amê kışene
Ji pisporan li dijî germên bi şewat hişyariyên krîtîk
Xortê ku dema masiyan digirt ket Çemê Xabûrê winda bû
Îşkence li zindanên rejîma sîyonîst berdewam dike
Di mezûnîyetê de ji ayeta Xwedê re tehemul nehat kirin