Li Denizliyê otobusa rêwiyan a ku li bariyeran xist, agir pê ket: 8 mirî, 33 birîndar

Li nêzî navçeya Sarayköyê ya Denizliyê, di encama agirgirtina otobusa rêwiyan a ku li bariyeran xist de 8 kesan jiyana xwe ji dest da û 33 kes jî birîndar bûn.

Bûyer, di saetên şevê de li ser Rêya Bilez (Otoyol) a Denizli-Aydınê pêk hat. Li gorî zanyariyên ku hatine bi dest xistin, otobusa rêwiyan a ku di navbera Îzmîr û Antalyayê de sefer dikir, ji ber sedemeke ku hêj nehatiye diyarkirin ji kontrolê derket û li bariyerên ber qiraxa rê xist. Piştî lihevxistinê, di wesayîtê de şewat derket û alavên agir di demeke kurt de dor li temamiya otobusê girt.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tendurustiyê, îtfaiye, polîs û jandarmeyê sewqî cihê qezayê hatin kirin.

Di lêkolînên hatine kirin de hat diyarkirin ku ligel şofêrê otobusê bi giştî 8 kesan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dane. 33 kesên birîndar jî bi ambulansan sewqî nexweşxaneyên derdorê hatin kirin û hatin girtin bin tedawiyê.

Piştî qezayê, piştî ku xebatên lêkolîna li cihê bûyerê temam bûn, cenazeyên kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn ji bo saziya tipa edlî hatin şandin.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

3 kesi dırbetın biy
Karwana Hêviyê li Meletiyê goştê qurbanê bi sedan li malbatan belav kir
Li Batmanê wesayîta ku parqkirî bû di nava alavan de ma
Tewafa xatirxwestinê hat kirin
Medyaya civakî bi qasî cixarê xetereyê li ser tendurustiya zarokan çêdike