Li depoya emanet a Dadgeha Dîyarbekirê bi sedan fişek winda bûn

Hat diyarkirin ku katîbekî ku di avahîya dadgeha Dîyarbekirê de wezîfedar bû 793 fişekên keleşkofê bi rêyên neqanûnî derxistîye derve. Piştî ku bûyer hat tespîtkirin şikdar hat girtin.

Di van rojên ku di depoyên emanetê de mesele çêdibin de, bûyerekî jî li Dîyarbekirê hat eşkerekirin.

Di depoya emanetê ya Dadgeha Dîyarbekirê de jimara normal a eşyayan dihat kirin, di dema jimartinê de hat tespîtkirin ku 793 fişekên keleşkofê kêm in.

Derheqê fişekên ku kêm in de tehqîqat hat destpêkirin.

Li gorî agahîyên ku hatin bidestxistin katîb M.Y., xeyn ji saetên xebatê bi mifteya bi xwe re ketîye nav depoyê û bi dizîkî fişekan derxistîye derve.

Dozgera ku tehqîqatê dimeşand, qeydan nihêrt û hûrgilîyên bûyerê zelal kir.

Di encama lêkolînê de hat dîtin ku ev katib fişekan li bajêr ji mirovekî re dem bi dem firotîye.

Bi tevî biryara operasyonê M.Y. hat binçavkirin.

Katibê zeptê, piştî ku îfadeya xwe da hat girtin û ji girtîgehê re hat şandin.

Hat hînbûn ku ji mirovên ku fişek jê re hatine firotîn jî hatîye girtin.(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Hecî ber bi Erefatê ku stûna herî girîng a Hecê ye ve diherikin
Weqfa Evîndarên Pêxember peyama Cejna Qurbanê belav kir
Goristanên li Dîyarbekirê beriya cejnê gelek mêvan dibînin
Kontrola porsiyonê
Sêwreg de keyeyanê sêwiyan rê peştgiriya roşani