Li derdora Nexweşxaneya Kemal Advanê cenazeyên 48 şehîdan hatin dîtin

Cenazeyên 48 Filistînîyên ku piştî êrîşên sîyonîstên îşxalker ser Xezzeyê li derdora Nexweşxaneya Kemal Advanê "bi awayekî bêserûber" hatibûn definkirin, hatin derxistin.

Cenazeyên 48 Filistînîyên ku piştî êrîşên berê yên hêzên îşxalker "bi tesadufî" hatibûn definkirin, li derdora Nexweşxaneya Kamal Advan a li bajarê Beyt Lahîya li bakurê Xezzeyê hatin derxistin.

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Midûriyeta Parastina Sivîl a Xezzeyê ve hat dayîn, 22 cenazeyên ku ji goristanên li derdora nexweşxaneyê hatibûn derxistin hêj nehatine teşhîskirin. Hat ragihandin ku dê cenaze li Goristana Sultan a Beyt Lahîyê bên definkirin.

Herwiha termê Filistînîyekî ji bin kavilên mala malbata “Xetîb” ku li nêzîkî zanîngeha Îslamî ya bajarê Xezzeyê ye, hat derxistin.

Piştî ku îşxalkeran di Kanûna 2023an de Nexweşxaneya Kemal Advan hedef girt û gelek beşên wê îmha kirin, di Gulana 2024an de jeneratorên nexweşxaneyê jî hatin bombekirin û nekarîn bên bikaranîn. Di Kanûna 2024an de nexweşxane hat dorpêçkirin û xebatkarên tenduristîyê û nexweş bi zorê hatin derxistin. Ji ber êrîşan nexweşxane bi temamî ji xizmetê derket. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin