Li Dêrikê êrîşa bombeyî li qereqola cendirmeyan hat kirin

MÊRDÎN - Li navçeya Dêrika Mêrdînê bi wesayîta bombebarkirî êrîş li Qereqola Cendirmeyan a Sêriyan hat kirin. Di encama êrîşê de eskerek jiyana xwe ji dest da, yekê wî giran bi tevahî 6 kes birîndar bûn.

Li Qereqola Cendirmeyan a Sêriyanê ya ku di nabeyna Qosera Mêrdînê û Wêranşara Rihayê de ye bi wesayîta bombebarkirî êrîş hat kirin. Di encama êrîşê de eskerek jiyana xwe ji dest da û yekê wî giran bi tevahî 6 kes jî birîndar bûn.

Gor agahiyên hatine bidestxistin doh bişev di derdora 01.00an de li Qereqola Cendirmeyan a Sêriyanê ya ku di nabeyna Qosera Mêrdînê û Wêranşara Rihayê de ye ji teref PKKyiyan ve bi wesayîta bombebarkirî êrîş hat kirin. Di encama êrîşê de eskerek jiyana xwe ji dest da û yekê wî giran bi tevahî 6 kes jî birîndar bûn.

Ji birîndaran 2 esker û pîrekekê ya ku di lojmanan de dimaniya bi ambulansan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Birîndarên din jî rakirin nexweşxaneyên din.

Hat ragihandin rewşa eskerekî yê ku wek birîndar rakirine nexweşxanê xedar e û wî hilanîne emeliyatê. Rewşa birîndarên din baş e. (ÎLKHA)





 

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Derik Haberleri

Mardin’in Derik ilçesinde araç altında kalan 2 yaşındaki çocuk vefat etti
Derik'te taşıdığı demirin yüksek gerilim hattına temas etmesiyle işçi ağır yaralandı
Mardin’in Derik ilçesinde silahlı saldırıda öldürülen çoban olayında 5 tutuklama
Mardin’in Derik ilçesinde silahlı saldırıya uğrayan çoban hayatını kaybetti
Mardin’in Derik ilçesinde başhekim ve sekreterine saldıran zanlıya ev hapsi verildi