Li Dêrikê pênasiya zarokê ku mirî hatibû dîtin, pismamê wî hat binçavkirin

Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê, D. K. (15) yê pismamê S. K. ê ku cenazeyê wî di zeviya garis de hatibû dîtin, ji aliyê tîmên Cendermeyan ve hat binçavkirin.

Bûyer, duh di demjimêrên nîvro de, li gundê Remokê yê ser bi navçeyê ve pêk hat. Li gorî îddîayê, ji S.K. ê ku ji bo dîtina hevalên xwe ji malê derketibû, agahî nehat wergirtin.

Bi agahdarkirina malbatê re tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên Cenderme û AFADê rewaneyî herêmê hatin kirin.

Di encama xebatên dijwar ên tîman de, di zeviya garis de cesedê bêcan ê S.K. hat dîtin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê bûyerê de hat destpêkirin de, D.K. yê pismamê S.K. ji aliyê tîmên Cendermeyan ve hat binçavkirin.

Pismam D.K. di îfadeya xwe ya yekem de wiha got: "Dema ku em bi S.K. re bi tifinga nêçîrê dilîztin, bi qezayê tifing çû û teqiya û S.K. mir."

Tîman, D.K. li gel tifinga nêçîrê ku tê nirxandin bûye sedema mirina S.K., girtin bin çavan.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

7 seetan ra dima ameyo qefelnayene
11 gund li benda avê ne
Em hurrîyeta we ya belavkirina xerabîyê li ser kesên din qebûl nakin
Li Farqînê şewata qada giya û deviyan berfireh bû û gihîşt qada daristanî
Li Edeneyê di mezinahîya 5an de erdhej