Li Kurdistana Başûr li Dihokê 4 kes di Çemê Xazirê de xeniqîn

Qaymeqamê Berdereşê Birwa Farûq ji Rûdawê re diyar kir ku li Çemê Xazirê yê li Berdereşê 4 kes di dema avjeniyê de xeniqîne.

Li navçeya Berdereşê ya Dihokê 4 welatiyên ketibûn Çemê Xazirê xeniqîn.

Qaymeqamê Berdereşê Birwa Farûq ji Rûdawê re diyar kir ku li Çemê Xazirê yê li Berdereşê 4 kes di dema avjeniyê de xeniqîne.

Li gorî Qaymeqamê Berdereşê, ew 4 kes ji bo seyranê çûbûn ber Çemê Xazirê û ew li gundê Kanîlanê ketine çem û di çem de xeniqîne.

Brwa Faruq diyar kir ku 2 ji wan kesên xeniqîne birayên hev in û got, "Her 4 kesên xeniqîne jî temenê wan biçûk e."

Li gorî gotina qaymeqam ew kesên ku xeniqîne xelkê Berdereşa Biçûk a navenda navçeyê ne.

Birwa Farûq her wiha da zanîn ku di destpêkê de yek ji ciwanan xeniqiye û yên din hewl dane wî rizgar bikin lê mixabin hemû li pey hev xeniqîne.

Qeymeqamê Berdereşê eşkere kir ku termên wan hatine derxistin.

Navên 4 kesên ku li Çemê Xazirê xeniqîn wisa ne:

Usame Mihemed Ezîz, sala 2003yan ji dayik bûye.

Mehmûd Cemal Ebdulwahid, sala 2004an ji dayik bûye.

Bîlal Kemal Mistefa, sala 2007an ji dayik bûye.

Mihemed Kemal Mistefa, sala 2008an ji dayik bûye

Çemê Xazirê di navbera Şêxan û Berdereşê re derbas dibe û rojane xelk ji bo seyran û avjeniyê diçe ber çem.

Çavkanî: Rûdaw

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kürdistan Haberleri

Kürdistan Bölgesi’nde Kor Mor gaz sahasına İHA saldırısı düzenlendi
KDP Başkanı Mesud Barzani ile Irak Başbakanı Sudani bir araya geldi
Irak ve Kürdistan Bölgesi seçimlerinin ilk sonuçları açıklandı
THY Süleymaniye seferlerine tekrar başladı
Güney Kürdistan'da bir dizi temaslarda bulundu