Bûyer, şeva borî li navçeya Surê li ser rêya Mêrdînê ya kevn di kargehekê de hat holê. Li gorî îddîayê, genşeya bi devkî ya ku ji ber meseleya deyn û deynkeriyê di navbera du aliyan de dest pê kir, di demeke kurt de veguherî şerê bi çekan.
Bi agahdarkirina kesên derdorê, tîmên polîsan û Tenduristiya Lezgîn a 112’an sewqî cihê bûyerê bûn.
Di kontrola yekem a ku ji aliyê tîmên tenduristiyê ve hat kirin de hat tespîtkirin ku kesekî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye. 6 kesên ku di pevçûnê de birîndar bûn, piştî destwerdana yekem a tîmên tenduristiyê birin Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ya Diyarbakırê û Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê. Ji birîndaran kesekî ku rewşa wî giran bû, tevî hemû destwerdanên li nexweşxaneyê, serê sibeha îro jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyên kesên ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest dan ji bo karkirinên otopsiyê birin morga nexweşxaneyê; hat hînbûn ku dermankirina birîndaran berdewam dike.
Lêkolîna ku tîmên polîsan derbarê bûyerê de dest pê kirine berdewam dike.