Li gorî îdiayan, cemaeta mizgeftê ya ku ji bo îbadetê hatibû ber Mizgefta Bayramoğlu, dema dîtin ku ji ber deynê nehatî dayîn ji aliyê Dicle Elektrîkê (DEDAŞ) ve ceryan hatiye birîn û derî hatiye girtin, matmayî man.
Cemaeta mizgeftê daxwaz kir ku fatûreyên ceryanê yên mizgeftan ji aliyê dewletê ve werin dayîn û diyar kirin ku birîna ceryana îbadetxaneyan nayê qebûlkirin. Her wiha, cemaetê bang li Dicle Elektrîkê kir ku di vê mijarê de hên hesas be.