Li Diyarbekirê 110 kesên ku ji ber sûcên cuda dihatin gerîn hatin girtin

Li Diyarbekirê 110 kesên ku ji ber sûcên cuda yên mîna talan, kuştina biqestî, dizî û hişbirê biryara lêgerînê li ser wan hebû hatin qefaltin.

Fermandariya Cendermeyan a Parêzgeha Diyarbekirê xebatên xwe yên ji bo girtina kesên ku ji ber asayîş û sûcên din dihatin gerîn berdewam dike.

Li seranserê Amedê di nav de ji ber sûcên cuda yên mîna talan, kuştina biqestî, dizî û hişbirê; 7 kesên ku cezayê wan di navbera 10-20 salan de ye, 22 kesên di navbera 5-10 salan de, 56 kesên di navbera 2-5 salan de û 25 kesên ku cezayê wan ji 2 salan kêmtir e, bi giştî 110 kes hatin girtin.

Her 110 kesên ku hatin girtin radestî meqamên dadî (edlî) hatin kirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Batman-Bismîlî de wesayito ke sebze û meywe bar bîyê, qelibî
Mafên mirovan li gorî konjonktûrê nayên sînordarkirin
Nîşaneyên nexweşiya Krupê
Weqfa Êtîman rojane li Xezzeyê belavkirina xwarinên germ didomîne
Astengkirina nixumandinê hoveberî ye