Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Bazirganiyê ve hat kirin, ji aliyê tîmên Rêveberiya Bazirganiyê ya Parêzgeha Diyarbekirê ve di meha tîrmehê de li navçeyên navendî kontrolên sûk û bazarê hatin kirin.
Di kontrolan de 988 fîrma û 14 hezar û 783 berhem (tişt) hatin pişknînkirin.
Di lêkolînên hatin kirin de ji 585 fîrmayên ku binpêkirina mevzuatê di wan de hat tespîtkirin re bi giştî 2 milyon û 324 hezar û 205 lîre cezayê îdarî hat birîn; 65 kargeh jî bi şubhê zêdekirina bihayê ya neheq re sewqî Desteya Nirxandina Bihayê Neheq hatin kirin.
Di daxuyaniya Wezaretê de hat diyar kirin ku bi rêya Rêveberiyên Bazirganiyê yên Parêzgehan bi kontrolên ku li seranserê welêt tên meşandin; ji bo parastina berjewendiyên aborî yên welatiyan û bihêzkirina aramiya edalet, zelalî û ewlehiyê di jiyana bazirganî de xebat bi biryardarî berdewam dikin.