Operasyonên bi armanca pêşîgirtina li bazirganî, veguhastin û bikaranîna maddeyên hişber li navenda bajêr û navçeyên Dîyarbekirê, bi koordînekirina Midûriyeta Şaxa Sûcên Narkotîk a Fermandariya Cendermeyan a Bajarê Dîyarbekirê hatin lidarxistin.
Di çarçoveya operasyonên ku li herêma berpirsiyariya cendirmeyan hatine kirin de, bersiv ji 171 bûyeran re hatiye dayîn.
Di operasyonan de 253 hezar û 752 nebatên esrara skunk, 42 kîlogram û 600 gram esrar û 24 gram metamfetamîn hatin desteserkirin.
Derbarê 25 şikdaran de têkildarî bûyeran doz hatiye vekirin. (ÎLKHA)