Li Dîyarbekirê 4 teqemenîyên ku bi desta tênê çêkirin hat bidestxistin: 5 binçavî

Li Dîyarbekirê di encama lêgerînan de 4 teqemenîyên ku bi desta tênê çêkirin hat bidestxistin, 5 şikdar jî hatin binçavkirin.

Ekîbên ku girêdayê Midurtîya Ewlehî ya Navçeya Yenîşehîrê ne, li dijî mirovên şikdar û wesayîtan xebat dan destpêkirin.

Di vê çarçoveyê de ekîbên ewlehîyê, li Taxa Şehîtlîxê wesayîtekî dan sekinandin û rewş û hereketê 5 kesan bala wan kişand. Ekîban, li ser ferqkirina ku mirovên di nav wesayîtê de poşetekî avêtine derve li derdorê xebata lêgerînê dan destpêkirin.

Di encama lêgerînê de di nav poşetekî reş de 4 teqemenîyên ku bi destan tênê çêkirin û hatine qewetkirin hatin bidestxistin.

5 şikdarên ku hatin binçavkirin ji bona ku bên pirsyarkirin ji ewlehîyê re hatin birin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin