Li Dîyarbekirê agir bi tirê ket

Li nêzê gundekî navçeya Sura Dîyarbekirê agir bi tirekî ku parqakirîbû ket, sedema şewatê nayê zanîn.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, li nêzê Tileloya Sura Dîyarbekirê tira bi plaqeya 21 AGL 788 ya ku di bin îdareya Mehmet Sîraç Varol de bû, ji ber sedemeke ku hêj nediyare şewitî.

Welatîyên ku şewatê ferq kirin, bi lez û bez bi trektoran li derdorê tirê herîyê weşandin ku bila agir belavê derdorê nebe.

Hat îddîakirin ku di dema şewatê de îtfaîye dereng hatîye û ekîbên ku hatine jî qîm nekirine. Gundî îfade kirin ku îtfaîye hem dereng hat hem jî amûrên wan kêm bûn.

Di bûyerê de candayîn çênebû, lê tir bi temamî şewitî.

Hat texmînkirin ku şewat ji ber ceryana tirê dibe ku derketibe. Welatî jî ji bona ku agir bi erdan nekeve micadeleyekî mezin dan.

Cenderme derheqê bûyerê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê