Li Dîyarbekirê agir bi zeviyeke genim ket

Li navçeya Rezan a Dîyarbekirê agir bi qasî 100 donim zeviyên genim ket û şewitî.

Agir li gundê Karamusa ya gundewarî ya navçeya Rezanê derket. Agirê ku ji ber sedemek hêj nayê zanîn derket, ji ber bayê zû li qadeke berfireh belav bû.

Şêniyên taxê, dema ku agir dîtin, bi derfetên xwe hewlên mezin dan ku agir vemirînin. Piştî têkoşîneke dirêj a welatiyan, agir hate kontrolkirin û vemirandin.

Nêzîkî 100 donim zeviyên genim di şewatê de zirar dîtin û ji bo diyarkirina sedema şewatê lêpirsîn hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Rêya Batman-Bismîlî de wesayito ke sebze û meywe bar bîyê, qelibî
Mafên mirovan li gorî konjonktûrê nayên sînordarkirin
Nîşaneyên nexweşiya Krupê
Weqfa Êtîman rojane li Xezzeyê belavkirina xwarinên germ didomîne
Astengkirina nixumandinê hoveberî ye