Li Dîyarbekirê beton li ser karkeran ket xwarê: Mirîyek û birîndarek

Li Herêma Senayî ya Organîze ya Qerejdaxa Dîyarebekirê di înşaeatê de di dema rêzkirina betonê de, beton li ser karkeran ket xwarê, di encamê de karkerek canê xwe ji dest da, karkerek jî birîndar bû.

Bûyer, duh di saet 10.00an de Herêma Senayî ya Organîze ya Qerejdaxa Dîyarebekirê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin di dema montaja dîwarên betonê de beton li ser karkeran ket xwarê, û F.A. û H.Y. birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristî û xelaskirinê hatin sewqkirin.

Li ser xebatên ekîban hat ragihandin ku F.A. canê xwe ji dest daye.

H.Y.yê ku birîndar bûye jî ji nexweşxaneyê re hatîye rakirin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno