Li Dîyarbekirê bi navê “Ji Bo Filistînê Yek Deng!” şeva îlahîyê hat tertîpkirin

Ji teref Navenda Ciwanî û Dawetê ve li Dîyarbekirê bi navê “Ji Bo Filistînê Yek Deng!” şeva îlahîyê hat tertîpkirin.

Dîyarbekira ku ji destpêka Operasyona Tofana Eqsayê vir ve tu dem berxwedana Xezzeyê ji rojeva xwe dernexistîye, di her firsed û ortemê de doza Qudsê di dilan de jîn dike.

Ji hûnermendên Ajansa Ozlemê Îbrahîm Akbaş û hûnermendê deng ê Libnanî Bîlal El-Ahmed beşdarî bernameyê bûn.

Bernameya ku bi navê “Ji Bo Filistînê Yek Deng!” hat tertîpkirin ku Camîya Kurşunluyê hat lidarxistin, bername bi xwendina Qurana Pîroz ê ji teref Cebreaîl Dedeoglu ve hat xwendin dest pê kir.

Bi navê Navenda Ciwanî û Dawetê Selaheddîn Guler axavtineke vekirinê kir û bal li ser ehemmîyeta Xezzeyê ya li cem ummeta Îslamê de kişand.

Piştî axavtinê îlahî û merş hatin xwendin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Erziromê perwerdeya veguhestinê hatiye rawestandin
Li Êlihê wesayîtek kete nav çem: 1 mirî
Li navçeya Midyada Mêrdînê mînîbusek û wesayîtek li hev qelibîn: 6 birîndar
33 koçberên neqanûnî yên di qeyikeke lastîkî de li peravên Îzmîrê hatin girtin
Li navçeya Bismila Dîyarbekirê di febrîqeya plastîkê de şewat derket